Interfax: Sandên Ûkrayna û Rûsyayê ji bo gera sêyem a muzakereyan dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku gera sêyem a muzakereyên şandên Ûkrayna û Rûsyayê îro piştî nîvro dest pê dike.
Ajansa Rûsî Interfaxê ragihandiye ku gera sêyem a muzakereyên Ûkrayna-Rûsyayê îro Duşemê li gorî dema Moskowê li demjimêr 15.00 dest pê dike,
Herdu gerên berê yên muzakereyan li sînorên Belarûs û Ûkraynayê hatibûn kirin û ti encam ji wan derneketibû.
Rûsya ji bo bidawîkirina dagirkirinê wekî merc ji alîyê Ûkraynî dixwaze artêşa wan çekan deyne, Qirim, Donestk û Luhanskê bi fermî nas bike û ti carî behsa endamtiya NATOyê neke.
Heta niha deshilatiya Ûkrayna jî rêya berxwedanê hilbijartiye ku banga alîkariyên leşkerî û girtina asmanê Ûkraynayê ji welatên rojava dike.
Artêşa Rûsyayê di roja 12an a şer de, beşek mezin ji rojhilatê Ûkraynayê dagirkiriye û pir nêzî paytext Kîevê jî bûye ku tê çaverêkirin ji îro şûnde şerê nav bajêr dest pê bike.