TR KU SO
FB X
Cîhan

Îraîl li baregeha Îsmaîl Heniyye xist

Admin M
Nivîskar
📅 26 adar 2019 04:02

PeyamaKurd- Îsraîl li ser roketeka ku ji aliyê Hamasê de avêtibûn maleka li Tel Avîvê, dest bi bombebarana baregehên Hamasê yên li Xezzayê kir. Di heman demê de li baregeha serokê buroya siyasî ya Hamasê ya Îsmaîl Heniyye yê xist. Di dema êrîşê de Heniyye ne li baregeha xwe bû.

Artêşa Îsraîlê tenê ragihand û got: “Me dest bi lêdana hedefên Hamasê yên li Xezayê kir.” Ji bilî veya behsa hûrayiya mijarê nekirin.

Li gor ragihandina çapemeniyê; balafirên şer yên Îsraîlê li noqteyeka ku bi ser beşa Tûgayên İzzedîn El Qesem ve ye ku ew jî baskê leşkerî yê Hamasê ye, da. Di eynî wextê de li erdên zîraî yên li bajarên Xan û Yûnisê jî xistine.

Li taxa Er-Rimalê li hinek deveran, li orta Xezayê li avahiya temînê ya bi navê Multezîmê da. Îsraîl berê jî li heman avahiyê dabû.

Parve bike: