Îran: “Amerîka temamê rêyan li ber me girtiye”
PeyamaKurd- Cîgirê yekem yê serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî ragihand ku Amerîka, Si’ûdî û Îran li pey roxandina wan e û weha got:
“Amerîkayî di 2 salên dawiyê de temamê rêyên aboriyê li ber me girtin.”
Cîhangîrî axaftina xwe li Tehranê di roja netewî ya îxracatvanan de kir û got ku rêvebiriya Amerîkayê tesbîta pêdiviyên wan kiriye û piştî petrolê, petrokimya, alûmînyûm, hesinê pola, ragihandin û şîrketên sîgortayê jî xistiye lîsteya dorpêçan, keştî bê sîgorta nikarin bilebitin. Cîhangîrî got ku dorpêç li ser pêdiviyê wan yên herî nêzin û dostên wan yên herî nêz jî newêrin bi wan re bikevin nav têkiliyan û ji wan petrolê bikirin. Cîhangirî weha dewam kir:
“Piştî Şoreşa Îranê şertên herî giranin. Îran di talûkê de ye. Eger em bi gotina rast bêjin; Amerîkayî temamê rêyên aboriya welat li ber me girtine. Amerîka, Îsraîl, Si’ûdî û Îsraîl dixwazin me biroxînin. Tekane rêya diberxwedana li dijî wan ew e ku em bi yekîtî tevbigerin.”
Cîhangirî got ku Amerîkayê nikaribûye bi temamî rê li ber firotina petrola wan bigre û wan bixe sifrê û bi awayekî petrola xwe difroşin.