Kurdistan
Îstîxbarata Îranê li bajarê Banê Saro Sadeghzadeh xist bin çav
PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Benê xortekî Kurd yê bi navê Saro Sadeghzadeh (17) xist bin çav. Hengawê ragihand ku xistina bin çav ya xortê Kurd, di 17ê Cotmeha 2026an de roja Şemiyê pêk hatiye.
Îstîxbaratê avêtiye ser mala xortê Kurd, sedema girtina wî nayê zanîn û wî birine navendekî binçavkirina îstîxbaratê ya li bajarê Senendajê an ku bajarê Sine.
Nahêlin ku xort bi parêzerê xwe an malbata xwe re têkilî deyne.