TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îstîxbarata Îranê li bajarê Pîranşehrê 3 Kurdan girt

Admin M
Nivîskar
📅 24 tebax 2026 15:05

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Pîranşehrê Îstîxbarata Îranê 3 Kurd ên bi navên Soran Mehmudi, Muhammad Daneşmayeh (Muhammad Biwafa) û Loqman Seydeh xist bin çav. Mehmudi û Daneşmayeh mehkûmên siyasî yên berê ne.

Îstîxbarata Îranê roja 23 Tebaxa 2026an ber destê siba li Pîranşehrê Mehmudi û Daneşmayeh xist bin çav. Li nêzî bajarê Pîranşehrê li gundê Paşehê avêtin ser mala Seydeh û wî jî girtin û birin ciyekî ku nayê zanîn.

Rayedar, li ser sûcên wan û sedema girtina wan agahiyan nedan. Nahêlin her sê kes telefonê bikin ji malbat an parêzerên xwe re.

Mehmudi di Cotmeha 2023an de hatibû girtin û wî şandibûn zîndana Nakade. Paşî bi 3 milyar tumen wî serbest berdabûn.

Paşî dadgeha şoreşê ya yekem ya bajarê Mahabadê ya bi serpereştiya dadger Dostî, bi sedema ku endamê Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê ye û bi partiyê re hevkariyê kiriye 3 sal cezayê zîndanê dabûyê.

Daneşmayeh jî di sala 2023an de ji aliyê hêzên Îranê de hatibû girtin.

Parve bike: