Kurdistan
Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Seqizê bi zorê 7 Kurdan xist bin çav
PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê bi zorê 7 Kurdan xist bin çav. Îstîxbarat di heman wextê de avêtiye ser malên her 7 kesan.
Avêtina ser malên wan di 06.00ê siba îro de pêk hat. Di avêtina ser malê de şiddet û derban kirin. Kesên xistine bin çav; Abdullah Amini, Rahim Haghparast, Seyed Mohammad Saleh Hosseini, Mohammad Hakimpour (45), Mostafa Ghaderi, Khaled Rahimi û Hosseyin Abdollahi ne.
Sedema girtina wan diyar nîne û kes nizane wan birine ku derê.