Îran: Armanc bidawîkirina şer e, dosyeya atomî nayê gotûbêjkirin
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, di kongreyeke rojnamevaniyê de ku îro duşemê 25ê Gulanê hat lidarxistin, ragihand ku Tehran di vê qonaxê de dosyaya navokî (nukleerî) naxe rojeva xwe.
Beqayî destnîşan kir ku niha hemû bala Îranê li ser rawestandina şer û gihîştina bi çareseriyeke herî guncav e ku berjewendiyên welat biparêze.
Beqayî hişyarî da ku li hemberî her cûre pêngaveke êrîşkar ew ê bersiveke tund bidin û tekez kir ku Tehran mîna dema borî bixwe biryarê dide ka dê di kîjan demê de bersiva dijmin bide.
Herwiha Beqayî gumanên xwe li ser sozên Washingtonê jî anîn ziman û diyar kir ku tu garantiyek nîne ku Amerîka li ser sozên xwe bimîne, ji ber ku dîtin û helwestên lîsteyên Koşka Spî carinan di nava çend demjimêran de jî diguherin.