Îran: Bernameya me ya nukleerî, bi wan kiryaran nayê rawestandin
PeyamaKurd- Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê Mihemed Îslamî ragihand ku bernameya nukleerî ya Îranê, bi kiryarên leşkerî û sizayan nayê jinavbirin û ew amade ne ku bersiva her kiryarê jî bidin.
Mihemed Îslamî, ji televîzyona El Cezîreyê re axivî û bernameya nukleerî ya welatê xwe nirxand.
Îslamî bal kişand ser wê yekê ku Îranê piştî dorpêçên yekalî yên Amerîkayê sozên xwe yên di rêketinameya nukleerî de rawestand û got:
“Parastina kêmkirina erkên xwe yên di rêketinameya nukleerî de rakirina dorpêçên bi temamî û yên Amerîkayê jî ji aliyên din ve girêdayî ye ku erkên xwe yên li gorî peymanê bi cih bînin.”
Îslamî bi bîr xist ku kamerayên ewlehiyê yên hin tesîsên ku yek ji wan saziyan e hatin rakirin û destnîşan kir ku heger aliyên peymana nukleerî erkên xwe yên di peymanê de cih bigirin, dê kamera ji nû ve werin danîn û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
“Bernameya me ya nukleerî, bi operasyonên leşkerî û dorpêçan nayê sekinandin. Her êrîş dê bi bersiveke 'biryar û wêranker" bê bersivandin.”