TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê li Mahabadê Mehran Îbrahimzade girt û ciyê birinê nayê zanîn

Admin M
Nivîskar
📅 19 îlon 2026 15:25

PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê li bajarê Mahabadê avêtin ser ciyê karê Mehran Îbrahimzade (31) û wî girtin. 4 roje ku Mehran Îbrahimzade hatiye binçavkirin û heya niha kes nizane li ku derêye û sedema girtina wî jî nayê zanîn.

Li gor ragihandina dezga Hengawê; desteserkjirina Îbrahimzade di 15ê Êlûna 2026an de bûye, avêtine ser dukkana guherîna donê erebeyan û bi şiddet wî birine ciyekî nediyar.

Parve bike: