TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran, bi îdîaya ku bi Mossadê re têkiliyên wan hene 21 kesan xist bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 06 tebax 2026 16:09

PeyamaKurd – Li eyaleta Kirman a Îranê bi sedema agahiyên bi dizî yên tesîsên leşkerî û sîstemên bergiriya hewayî dane Mossadê, îstîxbarata Îranê 21 kesan xist bin çav.

Di operasyonê de 4 kesan bi sedema endamên rêxistina sûcane hatin desteserkirin.

Ajansa Xwendekarên Îranê ya Xeberan (ISNA) di weşana nûçeya xwe de behsa xebatên Rêvebiriya giştî ya Îstîxbarata Kirmanê jî kir.

Di nûçê de hat gotin ku agahiyên tesîsên leşkerî û yên sîstema bergiyê ji ber hesasin, agahiyan dane hev û şandine ji bo îstîxbarata derve ya Îsraîlê Mossadê. Lewra di mijarê de 21 kesan girtine.

Di nûçê de hat gotin ku bi sedema endamên rêxistina sûcin 4 kesan girtine û bi wan re çek û muhîmmat jî hatine girtin.

Lê esas ji hewa de DYA û Îsraîl temamê tesîsên bergiriya sîstema hewayî û tesîsên leşkerî yên Îranê dişopîne, agahiyan dizane û kes bawer nake ku kesên sîvîl yên ji xelkê van agayian bizanibin.

Îran di salê de ji Kurdistanê, Belûcistanê û Bahaiyan re sûcan peyda dike da wan bixe bin çav, zîndanê an îdam bike. Sûc diyar in: Casûsiya Îsraîlê, kuştin, maddên hişbir û Sunnî bûn.

Parve bike: