Cîhan
Îran blokeya ser 125 milyon dolarê Iraqê radike
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Riza Erdekaniyan, ragihandiye ku wê Îran blokeya ser 125 milyon dolarên Iraqê rake û serbest berde.
Wezîrê Îranê Erdekaniyan daye xuyakirin ku ew dê bi wî pereyê ku serbest bê berdan, derziya koronayê (Covid-19) bistînin û di çarçoveya bernameya COVAX a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) de bikar bînin.
Derbarê vê nûçeya ku medya îngilîz belav kiriye de, ji aliyê berpirsên Iraqê ve hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.