Cîhan
Îran: Dibe di hevdîtinên Viyana yên nukleerî de lihev bikin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emîr Abdûllahiyan di ser hesabê xwe yê Twitterê de, li ser seredana cîgirê sekreterê têkiliyên siyasî yê karê derve yên YA yê, yên bi Enrique Mora re, li ser mijara peymana nukleerî ya li Viyana têkirin, şiroveyan kir. Abdûllahiyan got ku eger Amerîka biryarê bide û li ser sozên xwe bisekine, di hevdîtinên Viyana de dibe ku bigihên peymaneka ‘baş û bi bawerî’.
Abdûllahiyan got ku Mora koordînatorê muzakereyên Viyana ye û hevdîtinên bi serokê muzakereyan yê Îranê bi Alî Baqirî re derfete ji bo pirsgirêkên li ser wan lihev nakin, çareseriyan peyda bikin. Abdûllahiyan weha got:
“Eger Amerîka li ser sozên xwe yên siyasî û peymanên xwe bisekine, dibe em bigihên ‘peymanekî bi bawerî’.”