TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Em dikarin heta 6 mehan şerê giran bikin

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2026 14:10

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Pasdaran a Îranê Alî Mûhammed Naînî li ser şerê bi Îsraîl-Amerîkayê re ku 28ê Sibatê dest pê kiriye got ku welatê wî xwedî wê kapasîteyê ye bi tempoya heyî ya operasyonê dikare şerekî giran herî kêm 6 mehan dewam bike.

Ajansa Nûçeyan a Farsê daye xuyakirin ku Naînî li ser êrîşên bersivdanê yên Îranê daxuyanî daye.

Naînî gotiye ku Îranê di êrîşên li ser hedefên Îsraîlê û baregehên DYAyê de li zêdetirî 200 xalan xistiye ku ji sedî 60 ê hêza lêdanê ya Îranê berê xwe daye hedefên DYAyê, ji sedî 40 jî li hedefên Îsraîlê xistine.

Naînî ragihandiye ku di operasyonên heta niha de fuzeyên ji nifşê yekemîn û duyemîn hatin bikaranîn, di qonaxên bê de wê fuzeyên hîn pêşketî û menzîldirêj werin bikaranîn û bi vî rengî stratejiyeke nû ya êrêşê were bicihanîn.

Naînî îdia kiriye ku plansazên şer di sê mijaran de hesabê şaş kirine û gotiye, li bendê bûn ku di nava 48 saetên piştî sûîqestê de Îran hilweş e, şer tenê 3 rojan dewam bike û koalîsyona herêmî ava bibe, lê belê ev pêşbînî hemû bi ser neketin.

Parve bike: