TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran êrîşê welatiyên xwe dike û 101 kesan xist bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 04 nîsan 2026 18:52

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê li eyaleta Gilanê ku dikeve Bakûrê Îranê, bi sedema têkiliya wan bi DYA-Îsraîlê re heye 101 kesan xist bin çav.

Îran dibêje ku kesên xistiye bin çav, goya wêneyên deverên qedexe kişandine û di ser medya civakî de belav kirine.

Ragihandina xeberê ji aliyê ajansa Tesnîmê ya fermî ya Îranê de hat gihandin. 91 kes ji wan, bi tewana di raya giştî de endîşeyan afirandine, wan xistine bin çav.

Li Îranê herkesê digrin, dibêjin ku casûsê Îsraîlêye, dijberiya hukumetê kirine, maddeyên hişbir firotine an kuştinekî dixin aliyê wan. Hem eger Kurd be, bi temamî pê re dijminahiyê dikin.

Parve bike: