Îran: Heger êrîsên dijmirovî berdewam bikin…
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di derbarê daxuyaniyên Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Seîd Erîvanî ku gotibû, “Heger Îsraîl Îranê neke armanc, Tehran tevlî şer û pevçûnan nabe” ragihand ku agahiyên kêm û şaş hene.
Nasir Kenanî di daxuyaniya xwe de got, "Nûnerê Daîmî yê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî hin çavkanî bi nav kirin. Di dezgehên çapemeniyê de hin nûçeyên kêm û şaş hatin ragihandin. Îran, her dem li cem berxwedana li dijî rejîma dagirker û maf û qanûnên gelê mazlûm ên Filistînê bû.”
Kenanî bal kişand ser agahiyên tawanên şer û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
“Ava ji bo Filistîniyên li Xezayê tê qutkirin, derman û alîkariyên tenduristiyê yên ji boXezayê tên astengkirin. Gelê Filistînê dê bi awayekî guncav bersiva vî tawanê şer bide. Berdewamiya vê nêzîkatiya hovane dikare atmosfera herêmê gur bike û rewşê ji kontrolê derxe. Heger ev êrîşên nemirovane berdewam bikin, her îhtîmal pêkan e. Mafê miletê Filistînê ye ku xwe biparêze.”