Îran: Hêza me ya parastina asmanî ji meha Sibatê xurttir e
PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Îranê Tuggeneral Mihemed Ekremî-Niya di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniya welatê xwe ragihand ku kapasîteya parastina hewayî ya Tehranê, li hemberî meha Sibatê ya ku şer dest pê kiribû, niha di asteke gelekî "bilindtir" de ye.
Ekremî-Niya destnîşan kir ku wan amûr û keresteyên nû yên leşkerî tevlî yekîneyên xwe yên şer kirine û li ser bingeha ezmûnên dawî planên nû yên operasyonel xistine dewrê.
Berdevkê Artêşa Îranê diyar kir ku di hefteyên dawî de wan çend balafirên bêmirov (dron) ên Amerîkayê xistine xwarê û bal kişand ser hevrêziya di navbera hêzên leşkerî de.
Ekremî-Niya anî ziman ku ji bo zêdekirina hevrêziyê, wan di mehên borî de ligel Hêzên Hewayî yên Pasdarên Şoreşa Îslamî (Supahê Pasdaran) manevra û tetbîkatên hevpar encam dane.