TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Ji bo Idlibê bastirîn çareserî xurtkirina rêgeha Astanayê ye

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2020 22:53

PeyamaKurd - Îranê li ser alozbûna rewşa Idlibê ragihand ku çareseriya wê di rêgeha hevdîtinên Astanayê de ye ku Tirkiye, Rûsya û Îran garantoriya wê dikin.

Beriya civîna 5ê Adarê ya Erdogan-Pûtîn li Moskowê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Elî Rebîî ji bo çareseriya rewşa Idlibê nêrîna Tehranê anî ziman û got, rêgeha Astanayê xurttirîn çareserî ye û wiha pê de çû:

“Tehran baweriya xwe bi çareseriyên siyasî tîne.. Em hewl didin bi rêya lidarxistina civînên sêalî yên rêgeha Astanayê, şerê li Idlibê sivik bikin."

Hêjayî gotinê ye, doh jî Navenda Şêwirmendiyê ya Îranê li Sûriyê hişyarî dabû hêzên Tirkiyê û gotibû, ew di bin çavdêriya hêzên Îranê de ne û dikarin tola êrîşên Tirkiyê yên vê dawiyê hilînin.

Parve bike: