Îran ji 'pênc welatan' tazmînatê daxwaz dike!
PeyamaKurd - Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, Seîd Îravanî diyar kir ku ew ji Erebistana Siûdî, Qeter, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (UAE), Behrêyn û Urdunê tazmînatê dixwazin ji ber beşdarbûna wan a di şerê ku ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin de.
Televîzyona dewletê ya Îranê nameyek weşand ku Îravanî ji Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres û Serokê Konseya Ewlekariyê re di derbarê vê mijarê de şandiye.
Di nameyê de hat bibîrxistin ku delîlên li ser bingeha raporên çavdêrî û nirxandinê yên Hêzên Çekdar ên Îranê di derbarê karanîna deverên wan ji bo êrîşên Amerîkî-Îsraîlê de berê ji Konseyê re hatine pêşkêşkirin.
Îravanî di nameya xwe de got, "Îranê (di rapora xwe ya berê de) ragihand ku êrîşkaran (DYA-Îsraîl) deverên van dewletan bi kar anîne û rasterast beşdarî êrîşên neqanûnî yên li ser hin hedefên sivîl bûne."
Di nameyê de ku tê îdiakirin ku van pênc welatan erkên xwe yên navneteweyî binpê kirine, tê tekezkirin ku divê ew ji bo hemî zirarên madî û manewî yên ku çêbûne tazmînatê bidin Îranê.