Îran: Kesên desteserkirî, heta darizandinê nayên berdan
PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberiya Îranê ve hat ragihandin ku kesên di xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî de hatine desteserkirin, heta dema darizandinê, dê serbest neyên berdan.
Li ser vê agahiya ku dê xwepêşandêrên desteserkirî niha neyên berdan, di ajansa nîvfermî ya nûçeyan a Îranê Tesnimê de hat ragihandin ku Mecid Mirahmedî yê ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê ji Ewlehî û Emniyê berpirs e, di derbarê rewşa dawî ya Îranê de daxuyaniyek daye û gotiye ku
“Ji îro û bi şûn ve kî ku li cihên xwepêşandanan hatibin desteserkirin, heta ku neyên darizandin, dê bi tu awayî serbest neyên berdan.”
Hat zanîn ku Mirahmedî daxuyaniyê de sizayên ku rêya jêgerînê veke destnîşan kirine û daye zanîn ku ew ê sizayên zexim û jêger bên dayîn û diyar kiriye ku duh ji bilî Tehran û Senendecê, li seranserê welêt rewş aram û ewledar bûye.