Îran, li Belûcistan-Sîstane kesekî kuşt û 17 kesan jî girt
PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê û asayîşê li bajarên Çabahar, Îranşahr û Zahedanê û deverên bi ser Zahadanê de, di operasyonan de kesekî kuştin û 17 kesan jî xistin binçav. Sûcê ku Îran bal bi kesên binçavkirî de dide, casûsiya an jî ‘hevkariya bi Îsraîlê’ re ye.
Li gor ragihandina Hengawê; di 19ê Adara 2026an de, li Zahedanê hêzên Îranê kesê bi navê Nimetullah Şahbaxş (Jamuk) kuştiye. Di heman rojê de, goya 4 kesên ku pê ve pêwendîdarin, li heman deveran girtine.
Di heman wextê de, hêzên asayîşa Îranê, di bûyerên cuda de an ku di operasyonên cuda de, yên li Îranşahr, Zahedan û Çabaharê 13 kesên din jî xistine bin çav.
Dezgeyên dewletê ragihandine ku hêzên daîra îstîxbaratê yên eyaleta Sîstan-Belûcistanê, hêzên baregeha Qudsê û hêzên fermandariya asayîşê (Faraja) tevî operasyonan bûne lê behsa detayên operasyonan nekirine.
Di van şertên şer de û berya şer jî hêzên Îranê, kengê xwestine xelkê girtine û sûcên ku wan pê tewanbar kirine, ‘hevkariya Îsraîlê’, ‘casûsiya Îsraîlê’, ‘maddên hişbir’ û ‘kuştina mirovan’ xistine aliyê wan.