Cîhan
Îran | Li parêzgeha Farsê 2 pasdarên Îranê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du pasdarên Îranê yên beriya niha tahde û îşkence li xelkê kiribûn, di pevçûnên dema protestoyan de, ji aliyê xelkê ve hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan, şeva borî li bajarê Beyrem ê girêdayî Laristan a bi ser parêzgeha Farsê ve, du padarên rejîmê di dema serkutkirina xelkê de, ji aliyê xelkê xwepêşander ve hatine kuştin.
Ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnîmê nasnameya wan pasdaran belav kir û ragihand, navê pasdarê Sergurd, Nûredîn Cengcû ye û yê besîc jî Hadî Irfanîniya ye.
Hêjayî gotinê ye, di xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine û di roja 28an de dewam dikin de, heta niha zêdetirî 200 kesan bi guleyên rasterast ên hêzên rejîmê hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.