TR KU SO
FB X
Kurdistan

PJAK: Pasdarên Îranê bi sê dronan êrîşî hêzên me kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2026 16:34

PeyamaKurd - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku Artêşa Pasdaran a Îranê li nêzîkî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi sê balafirên bêmirov yên bombekirî êrişî ser çeperên wan kiriye. PJAK’ê aşkere kir ku di vê êrîşê de tu zirar negihîştiye hêzên wan.

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê serbazî yê PJAK’ê ye, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êriş roja Pêncşemê (26ê Hezîrana 2026an) serê sibê li nêzîkî gundê Şîwê yê herêma Baneyê rû daye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çend gerîlayan tu zirar nedîtibe jî, bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên li herêmê zirarên mezin dîtine.

PJAKê piştî vê êrişê ragihand: "Em wekî Yekeyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê hişyariyê didin êrişkeran. Em tu êrişên li ser axa welatê xwe qebûl nakin. Eger ev cûre êriş dubare bibin, em ê bi biryardarî bersiva pêwîst bidin."

Ev daxuyaniya PJAK’ê piştî rûdana şerekî sînorî yê li herêma Merîwanê hat. Medyaya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihandibû ku roja Sêşemê (23ê Hezîrana 2026an), di encama şerekî çekdarî yê li ser sînorê Merîwanê de leşkerekî parastina sînoran hatiye kuştin.

Rêveberê Peywendiyên Giştî yê Parastina Sînoran a Parêzgeha Kurdistanê, Feraj Rostemî li ser bûyerê wiha got: "Di şerê li gel grûpeke dijber a li sînorê Merîwanê de, serbazê sînorî Danîal Nûriyan jiyana xwe ji dest da." Rostemî îdîa kir ku grûpeke ser bi PJAK'ê ve derbasî nav axa Îranê bibû û piştî şerê çekdarî ber bi axa Iraqê (Herêma Kurdistanê) ve vekişiyaye. Li gorî medya Îranê, serbazê kuştî Danîal Nûriyan xelkê bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Parve bike: