Cîhan
Îran: Li Tengava Hurmuzê 2 keştî li mayînan ketin
PeyamaKurd - Li gorî televîzyona fermî ya Îranê, Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku 2 keştî beşa başûrê Tengava Hurmuzê li mayînên deryayî qelibîn, di encamê de teqîn çêbû, yek noqav bû.
Artêşê di daxuyaniyekê de ragihand ku her du keştityên rêyeke bêdestûr şopandin û destnîşan kir ku keştiya ku zêdetirî 2 milyon bermîlên petrolê hilgirtibû noqav bû.
Desteya Operasyon Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) agahdariyek ji desthilatên deryayî yên Hindistanê wergirt ku di dema derbasbûna li Kendavê ber bi rojhilat ve û beriya derbasî Tengava Hurmuzê bibe, rastî êrişê hat û tu tişt bi xebatkarênkeştiyê nehatiye .
Hîna nehatiye piştrastkirin ku keştiya ku agahdarî daya desteyê yek ji wan keştiyên ku Artêşa Pasdaran li ser daxuyanî daye yan na.