TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran navendeke nû ya Îtlaatê ava dike

Admin H
Nivîskar
📅 06 tebax 2023 18:04

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Dezgeha Dad a rejîma Îranê, amadekariyan dike ku navendeke din a parastin û îtilaatê ya girêdayî Dezgeha Dadê ava bike.

Li gorî zanyariyan Dezgeha Dadê ya Îranê biryar daye ku îdareyeke din a parastin û îtilaatê di bin banê xwe de ava bike daku zêdetir destwerdana xwepêşandan û prosteyan bike.

Hatiye diyarkirin ku biryar ji aliyê komîsiyona Ewlehiya Netewî ya ya meclîsa Îranê ve jî hatiye pejirandin û heger Şêwreya Nigehban a Îranê jî, vê yekê pesend bike, dê navenda nû ya Îtlaatê bê damezrandin.

Serokê Dezgeha Dadê ya Îranê Muhsin Êjêyî, li ser mijarê gotiye; ew navenda parastin û ewlehîyê dê bi tenê di çarçoveya karûbarê hundir û dezgeha dadê de kar bike.

Li gorî çavdêrên siyasî, dê ev navenda nû bo serkut, îşkence û kuştina xelkê bê bikaranîn û xwedî budçeyeke bêsînor be.

Parve bike: