TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Netanyahu ji bo ku nekevê girtîgehê DYAê dikişîne nava şerekî nû

Admin H
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 09:36

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî li ser hesabê xwe yê torên civakî bersiveke hişk da daxuyaniyên DYA û Îsraîlê.

Eraqçî bal kişand ser tirs û fikara Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya ji ber dadgehkirin û îhtimala ketina girtîgehê û ragihand ku Netanyahu ji bo xwe ji girtîgehê xlas bike, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikişîne nava şerekî nû.

Eraqçî rasterast ji Serokê DYAê Donald Trump re got: "Cara borî dema we xwest hûn 'karî bi dawî bînin', Îran ji wê pêvajoyê bihêztir derket.

Hûn dixwazin careke din bextê xwe biceribînin? Ferman bikin biceribînin. Lê baldar bin, karên me yên nîvco-mayî jî hene."

Ev peyama Îranê piştî wê yekê hat ku Serokê DYA’yê Donald Trump beriya hilbijartinên Îsraîlê yên 27ê Cotmehê nameyeke piştgiriyê ji Netanyahu re şandibû.

Trump di nameya xwe de îdîa kiribû ku Îran ji aliyê leşkerî û aborî ve hatibû lawazkirin û hişyarî dabû ku heke siyaseta xwe neguherîne ew ê "karî bi dawî bînin".

Li beramberî vê yekê, Eraqçî destnîşan kir ku her êrişeke nû ya li ser Îranê dê ne tenê ji bo Îsraîlê, belkî ji bo Serokê DYAê jî encamên gelekî giran bi xwe re bîne.

Parve bike: