TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran | Rûhanî li dijî Amerîkayê bangewazî li misilmanên cîhanê kir

Admin S
Nivîskar
📅 24 mijdar 2018 17:10

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li dijî Amerîkayê banga hevgirtinê li hemû misilmanên cîhanê kir û got, “Serî tewandina li hember welatên Rojava ku Amerîka wan birêve dibe, ji dînê me û nifşên dahatûyê xiyanet e”.

Rûhanî herwiha ji ber pêwendiyên bazirganî yên bi Amerîkayê re, rexne li Erebistana Siûdî jî girt û wiha axivî: "Em amade ne li dijî terorê berjewendiyên gelê Siûdî biparêzin û ji bo vê jî em 450 milyar dolaran naxwazin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna ji peymana nukleerî û dorpêçên Amerîkayê, Îran rûbirûyê ambargoyên tund ên aborî hatiye ku protestoyên li dijî rejîma Îranê jî zêde bûne û rêveberiya Îranê li rêyekê digere da ku dorpêçan bişkîne.

Parve bike: