TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Ti kes nikare me bi zorê ji Sûriyê derxe!

Admin V
Nivîskar
📅 21 gulan 2018 17:39

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî li ser hebûna wan ya li Sûriyê axivî û got ku em bi daxwaza Rejîma Sûriyê hatine vî welatî û ti kes nikare me bi darê zorê ji vir derxe.

Qasimî wiha berdewam kir: “Ew kesên ku bêyî destûr û daxwaza hikmûmeta Sûriyê hative vî welatî, divê ew ji Sûriyê derkevin. Heta ku teror li Sûriyê heye, em ji vir naçin û em ê piştgiriya Rejîma Sûriyê bikin ku em terorê ji vir paqij bikin.

Parve bike: