TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê bi îtirafên zorê kesek bi sîxuriya Îsraîlê îdam kir

Admin H
Nivîskar
📅 24 gulan 2026 12:01

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Saziya Dadê ya rejîma Îranê ragihand ku cezayê îdamê yê welatiyê bi navê Mucteba Kiyan, piştî pesendkirina ji aliyê Dadgeha Bilind ve, vê sibehê bi fermî hatiye înfazkirin.

Hate diyarkirin ku Kiyan bi tohmeta hevkariya li gel saziya îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) hatiye tawanbarkirin.

Saziya Dadê îdia kir ku Mucteba Kiyan di dema şerê navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de, wêneyên cihên leşkerî û navendên hestiyar ji bo kanalên derveyî welêt şandine daku hevkariya wan bike.

Herwiha bi hatiye gotin ku wî tawanên xwe qebûl kirine û li parêzgeha Elburzê di proseyeke bilez de ku kêmtirî 50 rojî kişandiye, hatiye darizandin.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Îranê bi îşkenceyan û îtirafên di bin zextê de heta niha gelek kes îdam kirine.

Parve bike: