Îranê dosya bir Neteweyên Yekbûyî: Amerîka û Îsraîlê ceza bikin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî, di pêwendiyeke telefonî de bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re, daxwaz kir ku NY bi awayekî fermî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar bike. Araqçî ev operasyonên leşkerî wekî “binpêkirineke eşkere” ya qanûnên navneteweyî û Peymana NYyê pênase kir.
Ebas Araqçî di axaftina xwe de tekezî li ser berpirsiyariya NYyê kir û daxwaz kir ku NY li gorî Beşa 7em ya peymana xwe tevbigere da ku hesab ji “êrîşkaran” were xwestin.
Wezîrê Îranê her wiha destnîşan kir ku bêîstîqrariya li Tengava Hurmizê encama rasterast a kiryarên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê ye û hişyarî da ku aloziyên deryayî nikarin ji nakokiya herêmî ya giştî werin veqetandin.
Rageşiya li Tengava Hurmizê
Piştî êrîşên hevbeş ên 28ê Sibatê, Îranê sînorkirinên giran li ser trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê ferz kirin. Ev tengava ku %20ê petrola cîhanê di ser re derbas dibe, niha bûye navenda krîzeke aborî ya cîhanî. Îran dibêje ku ji bo keştîyên Amerîka û hevalbendên wê tengav girtî ye, lê ji bo sewqiyata navneteweyî ya din vekirî dimîne.
Hevalbendên Amerîkayê bêdeng in
Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ewlekirina tengavê banga hevahengiyeke navneteweyî û piştgiriya NATOyê dike, gelek welatên giring ên wekî Japonya, Awistralya, Brîtanya û Fransa heta niha tevlibûna di vê hevpeymaniyê de red kirine.
Van welatan “berjewendiyên neteweyî” û “amadebûna operasyonel” wekî hincet nîşan dane û naxwazin rasterast bikevin nav şerê dijî Îranê.
Ev hewildana dîplomatîk a Tehranê nîşan dide ku Îran hewl dide li qada navneteweyî zextê li ser Washington û Tel Avivê zêde bike da ku operasyonên asmanî werin rawestandin.