TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê, Îsraîl tehdîd kir: “Bila xwe bielimînin sobayiyê!”

Admin V
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2018 14:35

PeyamaKurd- Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê Huseyn Selamî bi rengekî eşkere Îsraîl tehdîd kir û got ku em ê wan di deryayê de bixeniqînin.

Berî niha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû gotibû ku li dijî hebûna Îranê, çi lazim bibe, em ê bikin. Li ser vê yekê Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê Huseyn Selamî daxuyaniyek da û got ku ez li Serokwezîrê rejîma siyonîst şîret dikim ku di Behra Spî de xwe bielimîne sobayiyê. Lewra ew ê nikaribin di behrê de birevin.

Selamî wiha dewam kir: “Ew (Îsraîl) ji bo me, ne tehdîd in. Ji bo tunekirina wan, tenê Hîzbullah bes e.

Parve bike: