Îsraîl: “Em ê tehdîdên Îranê li temamê cepheyan ji ortê rakin”
PeyamaKurd – Serokerkanê Îsraîlê Aviv Kochavi, ragihand ku wê tehdîda Îranê li temamê cepheyan û di her wextê de ji bo ji ortê rakin, wê operasyonên xwe dewam bikin. Kochavi ragihandina xwe di wexta merasima dewra erka îstîxbarata leşkerî de, ji bo televîzyona Kanal 12 ê kir. Kochavi weha got:
“Wê operasyonên tinekirina şiyanên Îranê her wext û di her sehayê de dewam bike. Bi xêra îstîxbarata leşkerî agahiya artêşa Îsraîlê ji pêşdeçûnên Îranê û ji rewşa Îranê ya li Rojhilata Navîn heye. Wê planên operasyonî li hemberê bernama nukleerî ya Îranê bên pêşxistin û başkirin. Di mijara nukleerî de her çi pêşdeçûn hebe, wezîfa me ye em bersivê bidin û temamê îstîxbaratan alîkariyê didin.”
Serokê îstîxbaratê yê ku îro wezîfa xwe dewr kir Tumgeneral Tamir Hayman jî weha got:
“Niha îstîqrara Îranê heye lê wê dakeve. Tehdîda Îranê ya bi bernama nukleerî bi endîşeye, bi fuzeyên bejayiyê û balafirên bêmirov dertê ortê.”