TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê li ser daxwazên nukleerî hişyarî da Amerîkayê

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2026 19:34

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, derbarê girêka yekem a danûstandinên Swîsreyê yên ligel Amerîkayê de daxuyanî da ajansa IRNAyê.

Beqayî eşkere kir ku rûniştina yekem civîna dîplomatîk a 18 saetan ajotîye û di warên sivikkirina dorpêçan û hinardekirina petrolê de pêşketinên berbiçav hatine tomarkirin.

Beqayî bal kişand ser rageşiya li ser maseya nukleerî û got ku Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, hişyarî da aliyê DYAyê ku daxwazên xwe yên bêmentiq ên derbarê babeta nukleerî de dubare neke.

Wezîrî Îranî destnîşan kir ku di civînê de firotina petrola Îranê, dayîna lîsansên pêwîst ji bo hinardekirinê û serbestberdana hebûnên cemidandî yên Îranê bi hûrgilî hatine guftûgokirin û gavên qanûnî hatine avêtin ku di demeke nêz de derbasî qonaxa bicîkirinê bibin.

Parve bike: