Iraq: Em bêhurmetiya li hember Qurana pîroz û ala Iraqê li Danîmarkayê sermezar dikin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê şewitandina Qurana pîroz û ala Iraqê li ber avahiya Balyozxaneya Iraqê ya li Danîmarkayê şermezar kir.
Berdevkê Wezaretê Ehmed Sahaf çalakiya li Kopenhagê şermezar kir û got, “Em ê vê bûyera nefretê lêkolîn bikin. Ev bûyer bi tu awayî nakeve çarçoveya azadiya raderbirînê û xwepêşandanê. Ji ber vê jî çalakiyên bi vî rengî bertekên tund derdixin holê."
Sahaf got, "Em ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku li hemberî van kiryarên hovane yên ku aştiya civakî û yekitiya li cîhanê binpê dike, bi lezgînî û bi berpirsyarî tevbigere."
Duh endamên grûpa dijî îslamî û tundrew a niştimanperwer "Danske Patrioter (Welatparêzên Danîmarkî)" li Danîmark Qurana pîroz û ala Iraqê li ber balyozxaneya Iraqê li Kopenhagê şewitandin.
Îro alîgirên Sedr li Bexdayê ji bo şewitandina Balyozxaneya Danîmarkayê meşiyan lê hêzên ewlehiyê rê li ber çalakiyê girtin.