TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq, em Tirkiyê sermezar dikin

📅 23 adar 2018 01:06

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku ji aliyê Tirkiyê ve binpêkirina sînor û domandina bombebaranê şermezar dikin.

Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û wiha ragihand: “ji aliyê Tirkiyê ve binpêkirina sînor û ser gundên sînorê navçeya Soranê domandina bombebaranê şermezar dikin, ku ji ber bombebaranê hejmarek welatî şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku: “Derbasbûna nav axa Iraqê, xizmeta berjewendiyên navbera Tirkiye û Iraqê nake.”

Her wiha di daxuyaniyê de ev ifade cîh girtin: “Bexda li dijî hebûna her hêzekê ye ku ji axa Iraqê ve li dijî welatên cîran çalakî pêk bînin”.

 

 

Parve bike: