TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: Îran berê çeman (rûbar) guhertiye û av nayê Iraqê

Admin M
Nivîskar
📅 08 gulan 2022 03:31

PeyamaKurd - Wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê Mehdî el-Hemdanî ragihand ku Îran berê çeman an ku rûbaran daye nav welatê xwe. Wezîr bi sedema nebûna avê Îranê sûcdar kir û got ku kiryarên Îranê li dijî peymanên navdewletîne.

Hemdanî ragihand ku di ti peymanekî navdewletî de îznê nade ku berê avê biguhêrin û divê di rojên pêşiya me de em bi Îranê re rûnên muzakereyan bikin. Ti welatekî nikare çemê diçe welatekî dinê berê wê buguhêre dereka dinê û Îran dike ku koçên komkî di Iraqê de çêbibe.

Hat ragihandin ku di van rojan de çemê Dîcle yê din av Bexdayê de diçe,ava wê kêm bûye.

Parve bike: