Cîhan
Iraq ji bo parastina sînoran bi Siûdî û Urdinê re dixebite
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê Qasim E'recî diyat kir ku der barê ewlehiya sînorên hevpar de ew bi Urdin, Kuweyt û Erebistana Siûdiyê re hevkariyê dikin.
E'recî li wîlayeta Kerbelayê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Heyama piştî DAIŞê hewce dike ku sînor bên kontrolkirin û îstixbarat xurt bibe. Ji ber vê em bi Urdin, Kuweyt û Erebistana Siûdiyê re hevkariyê dikin."
Wezîrê Iraqê got sala 2018an wê bibe sala piştgiriyê ya pasevanên ewlehiya sînor, ji bo vê jî wê bi hemû welatan re hevkarî bê kirin.