TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: “Me di meha Nîsanê de 10 milyon varêl petrol di Tengava Hurmizê de îxrac kir”

Admin M
Nivîskar
📅 16 gulan 2026 13:38

PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Basım el-Hudayyir ragihand ku Iraq di meha Nîsanê de, 10 milyon varêl petrolê îxracê bazara derve kirine.

Wezîr ragihand ku ji bo hilberîna petrolê zêde bikin û aboriya Iraqê xwurt bikin, dê bi şîrketên biyanî re xebatê bikin.

Wezîr Hudayir, piştî bû wezîrê petrolê cara yekê ye ku civîna çapemeniyê dike û peyamekî digihîne raya giştî. Wezîr got karê wan yê ewilî ew e ku firotina petrolê zêde bikin.

Hudayyir, got ku di stratejiya wan de heye ku sehayên petrolê bi bingehên wan ve pêşde bibin û xebatkarên perwerdekirî biafirînin.

Parve bike: