Cîhan
Îraq sizaya bidarvekirinê dide du DAISiyên frensî
PeyamaKurd - Dadgeheke Bexdayê îro duşemê(03.06.2019) ragihand ku sizaya bidarvekirinê daye du frensiyên din ên ji rêxistina terorîst a DAIŞê.
Bi van sizayên nû re jimara welatiyên frensî ku bi tawanbariya endmatiya rêxistina terorê ya DAIŞ têne bidarvekirin, di van du hefteyên borî de, digihe 9 kesan
Ev herdu kes di nav komeke 12 welatiyên frensî de bûn ku Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ew di meha Çile de radestî Îraqê kiribûn. Fransa gotibû ku her tiştê dikare wê bike da ku ev kom li Îraqê neyê bidarvekirin.
Rêxistina Human Rights Watch vekolerên Îraqê bi karanîna jimarek şêweyên îşkencedanê tawanbar kirin û got, “Fransa û welatên din pêwîst e dadgehkirina bergumanên DAIŞê radestî pergalên ne adilane yên welatên din nekin.