Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Fransa yê li Îraqê kir
PeyamaKurd -
Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê (17ê Mijdara 2026an) li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê nû yê Fransayê yê li Îraqê Alexandre Garcia kir.
Di civînê de Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Emmanuel Pouchais (Emmanuel Mignot) jî amade bû.
Di hevdîtinê de, Balyozê nû yê Fransayê diyar kir ku welatê wî bi giringî ve li rol û cihê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî dinêre û tekez kir ku siyaseta fermî ya Fransayê li ser piştgirî û kûrkirina peywendiyên dîrokî yên bi Herêma Kurdistanê re hatine avakirin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bixêrhatina Balyozê nû kir û spasiya piştgiriya berdewam a Fransa û gelê wê ya ji bo gelê Kurdistanê kir, û destnîşan kir ku geşepêdana van peywendiyan di serê karên wan de ye.
Her wiha di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û guhertinên dawî yên li Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.