TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê ji bo Xamaney 3 roj şîn ragihand

📅 01 adar 2026 14:01

PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî, îro Yekşemê 1ê Adarê nûçeya kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir û bi vê helkeftê sê rojan şîna giştî li seranserê Iraqê ragihand.

Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de got: ‘Ji ber şehîdbûna zana û mucahid Ayetulah Elî Xameneyî, em bi xem û kovaneke mezin ve sersaxiyê ji gelê Îranê û tevahiya neteweyên Îslamî re dixwazin.’

Ewadî diyar kir: “Rêberê Bilind ê Îranê di encama destdirêjiyeke eşkere û kiryareke şermezarkirî de hat şehîdkirin û ew kiryar berevajî hemî erf û edetên mirovî û exlaqî ye û binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.”

Herdwiha hate gotin, hikûmeta Iraqê daxwaza rawestandina tavilê û bê şert û merc a operasyonên leşkerî kiriye û ev hişyarî hate dayîn: “Berdewamiya vê rewşê dê deverê ber bi asteke xeter û bêhempa ya tundûtûjiyê ve bibe, dê pevçûnan zêde bike û dê ewlehî û aştiya navneteweyî bixe xeterê.”

Parve bike: