TR KU SO
FB X
Cîhan

ISîDê li Mûsilê êrîs kir: “8 kes hatin kustin!”

Admin V
Nivîskar
📅 30 tebax 2018 17:40

PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Mûsilê IŞîDê êrîşî malbatekê kir û di encama êrîşê de ji heman malbatê 8 kes hatin kuştin.

Waliyê Nînowayê yê berê Ahmed Cibûrî ji çapemeniya Iraqê re daxuyanî da û wiha got: “Li Musilê gundê Xeweynê yê navçeya Şoreyê IŞÎDê êrîşî malbatekê kiriye. IŞîDê ji heman malbatê 8 kes kuştine. Dê û bav û zarok hemî hatine kuştin. Yanî malbat bi tevhî hatine kuştin.”

Mûsil di Hezîrana 2014an de ketibû destê IŞîDê de û di 9ê Temûza 2017an de jî bi alîkariya pêşmergeyan ji destê IŞîDê hatibû derxistin.

Parve bike: