Îsraîl artêsê li hember Lubnanê dixe nav tevgerê
PeyamaKurd – Îsraîl û Lubnan li ser miajar sînorê deryayê yê navbera xwe û Lubnanê ji kengê de ye lihev nakin û encama hevdîtinên wan bi neyînî bi dawî bû. Li ser mijarê wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz got ku li hemberê her bûyerekî neyînî yên êrîşker divê amade bin. Ferman piştî civîna di asta bilind de ya di bin serokatiya Gantz de hat dayîn.
Di reşbeleka peymana lihevkirina her dû dewletan de, serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid gotibû ku divê hinek tiştên di reşbeleka peymanê de biguhirin lê Lubnan vêya qebûl nekiribû.
Di hevdîtinên li ser destnîşankirina sînorên deryayî yê her dû dewletan de, Amerîka navbeynkariya her dû dewletan kiribû. Li gor daxwuyaniyên Îsraîlê; di nelhevkirina her dû dewletan de destê Hîzbûllahê heye.
Mijara ku Îsraîl qebûl nake yek jê ew e ku di peymanê de Lubnan gotiye ‘Xeta Dûba’ ku Îsraîl dixwaze weka ‘destnîşankirina sînorê deryayê yê navdewletî’ be. Lubnan dibêje bila navê wê ‘dawîlêanîna gengeşeyên sînorî’ be.
Mijareka dinê ya ku li serê lihev nakin; Lubnan wê di seha xazê ya bi şîrketa Totalê re bixebite lê wê Îsraîl bi Totalê re biaxife bê para wê ya di xazê de çiqas be.