TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Cîhan û Îran nikarin li ser bernameya atomiya Îranê li hev bikin

Admin L
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2022 16:07

PeyamaKurd – Piştî Yekîtiya Ewropayê bernivîseke nû ya ji bo vegera Îranê li ser rêkeftina atomî amade kir, Îsraîlê jî rexne li YE kir û got, ev bernivîsa han nayê qebûlkirin.

Li gor rayedarên Îsraîlê ji çapemeniya welatê xwe re eşkere kirine, ev bernivîsa han nayê qebûlkirin û nîşaneya vê yekêye ku cîhan û Îran nikarin li ser bernameya atomiya Îranê li hev bikin.

Herwiha rayedarên Îsraîlî diyar kirine, rayedarên YE do bi vê yekê hesiyane ku nikarin li gel Îranê li ser bernameya atomî li hev bikin.

Di berdewamiyê de berpirsên Îsraîlî eşkere kirine, rayedarên Îranê jî dizanin ku eger di hilbijartinên Amerîkayê de aliyên komarîxwaz bi ser bikevin, wê dîsa Amerîka ji rêkeftinê vekêşe lewre Îran ne amade ye ku rêkeftinê li gel YE û welatên din yên cîhanê îmze bike.

Parve bike: