Îsraîl: Dê deriyên Refah û Ebû Kemalê vebin
PeyamaKurd – Koordînasyona Fîlîstînê ya çalakiyên hukumeta Fîlîstînê ya girêdayê artêşa Îsraîlê (COGAT) ragihand ku dê sibê deriyê li Şerîda Xezzayê yê Refahê û Kerem Şalom car din vebe.
Derî, bi sedema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de hatibûn girtin. COGAT di daxwuyaniya xwe de got:
“Piştî ravekirina rewşa oprasyonan ji bo rakirina astengiyên li Şerîda Xezzayê, wê ast bi ast astengiyên li pêşiya Xezzayê rabin û biryar dane ku deriyê Kerem Şalom (Kerem Ebu Salim) ji siba û bi şûn de dê vebe.”
Di daxwuyaniyê de her weha hat gotin ku deriyê Refahê yê di navbera Misrê û Şerîda Xezzayê de jî dê ji bo çûn û hatê vebe.
Berya girtina her dû deriyan çûn û hatin çawa dibû, dê car din li gor nîzama berê li ser daxwaza Misrê û WHOyê dê bi koordinasyon bimeşe. Îsraîlê di serê Adara borî de deriyan girtibû.