Cîhan
Îsraîl her dû deriyên sînor girt
PeyamaKurd- Îsraîl bi sedema ku ji Xezzayê bi roketan li wan dixin, her dû deriyên sînor girtin. Deriyekî jê Kerm Ebû Salim e ku eşyayên bazirganî tê de diçin Xezzayê û yê din Beyt Hanûne (Erez) ku tê de rêwî diçin û tên.
Li gor rojnameya Yedioth Ahronothê ku di sîteya xwe ya dijîtal de ragihandiye, dê her dû derî heya kengê girtî bimînin diyar nîne. Îsraîl hem bo masîgirên Xezzayê qedexeya masîgirtinê daniye.