TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl li Sûriyeyê bi pês ve diçe: Lesker ketin 3 gundên din

Admin L
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2024 21:57

PeyamaKurd – Îsraîlê êrîşên esmanî birin ser bajarên Şam, Hums û Derayê yên Sûriyeyê. Li aliyê din hat îdiakirin ku artêşa Îsraîlê ketine gundên Cemle, Mezra Bethelcîn û Megar Mîr ên li başûrê bajarê Katanayê.

Li Sûriyeyê ku Beşar Esed lê hat xistin, Îsraîl êrîşên xwe yên hewayî û pêşdeçûna leşkerî didomîne. Balafirên artêşa Îsraîlê paytext Şamê, bajarê Dera yê li başûrê welêt û bajarê Humsê yê li rojava bombebaran kirin.

Operasyonên hêzên hewayî yên Îsraîlê herêma Telmunîn li bakurê Şamê, depoya çekan li Deraa û hin xalên li bajarê Humsê jî hebûn.

 3 gundên din di bin kontrola Îsraîlê de ne

Îsraîl ji bilî îmhakirina depoyên cebilxaneyên leşkerî yên rejîma Esed, li gundên Cemle, Mezra Beytelçin û Megar Mîr ên bajarokê Katana li başûrê Sûriyeyê ketin.

Ev geşedan nîşan dide ku Îsraîl pêşveçûna xwe ya ji Girên Golanê ber bi bakur ve berfireh dike.

 
Parve bike: