Îsraîl: Me piraniya şiyana mûşekî ya Îranê ji nav biriye
PeyamaKurd - Rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê li ser leza şerê li dijî Îranê daxuyaniyên nakok didin. Dezgeha weşana giştî KAN 11ê ragihand ku hin berpirsên ewlehiyê mikur hatine ku operasyon bi leza ku dihat hêvîkirin bi pêş nakeve û dibe ku pêdivî bi guhertina armancên şer hebe. Lê belê artêşa Îsraîlê ev nirxandin bi tundî red kirin û tekez kir ku serkeftinên wan ên leşkerî ji bendewariyan pir zêdetir in û operasyon her roj encamên nû bi dest dixe.
Yekîneya îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê AMANê bîlançoyeke giran a derbarê şer de eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, heta niha ji sedî 75ê rampên avêtina mûşekan ên Îranê hatine rûxandin û zêdetirî 700 mûşekên balîstîk hatine îmhakirin. Hat ragihandin ku kapasîteya hilberîna mûşekan a Îranê bi temamî rawestiyaye û ji 2,200 hedefên ku hatine lêdan, piraniya wan baregehên Pasdarên Şoreşê û navendên fermandariyê yên li Tehranê ne.
Di çarçoveya vî şerê de hat eşkerekirin ku şer êdî gihîştiye fezayê jî. Îsraîlê navendeke fezayê ya Îranê ya ku lê satelît dihatin bipêşxistin wêran kir; Îranê jî di bersivê de stasyoneke sînyalên satelîtê ya Îsraîlê ya li nêzî Orşelîmê hedef girt.
Tevî van derbên giran ên leşkerî, rayedarên Îsraîlî diyar dikin ku yek ji zehmetiyên herî mezin ew e ku gelê Îranê hîn ji bo serhildaneke giştî ya li dijî rejîmê nehatiye razîkirin û loma DYA û Îsraîl li ser planên nû yên bi bandortir dixebitin.