Artêşa Îsraîlê: Şiyana mûşekî ya Îranê bi rêjeyeke mezin hatiye kêmkirin
PeyamaKurd - Rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê, li ser zarê berpirsekî pilebilind ê fermandariya artêşê ragihand ku Îsraîl ji bo berdewamkirina şerê li dijî Îranê, herî kêm ji bo meheke din hemû amadekariyên xwe temam kirine.
Li gorî nirxandina artêşa Îsraîlê, şiyana leşkerî ya Îranê di warê mûşekên balîstîk de derbeke giran xwariye. Berpirsê Îsraîlî diyar kir ku di destpêka şer de 460 binikên (platformên) avêtina mûşekan di destê Îranê de hebûn, lê di encama operasyonên artêşa Îsraîlê de ev hejmar niha daketiye 150 binikan.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên artêşa Îsraîlê di vê qonaxê de, "hilweşandina bi temamî ya sîstema mûşekî ya balîstîk a Îranê ye."
Hat ragihandin ku artêş ji bo vî şerî amadehiya xwe ya demdirêj berdewam dike da ku gefên mûşekî yên Tehranê bi her awayî ji holê rake.