Li Mahabadê PJAKê û artêşa Îranê şer kirin û 4 endamên PJAKê can dan
PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) yê bi navê Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK) ragihandiye ku li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mahabadê di şerê bi artêşa Îranê re 4 çekdarên wan can dane.
Li gor ragihandina YRKê; artêşa Îranê, di 27ê Hezîranê de, ji pêşdeçûnên li herêmê û ji pêvajoya navbera Îranê û DYAyê derfet diye û bi çekên giran êrîşê ser YRKê kiriye.
Li gor daxwuyaniya Rûdawê; di şerê li Mahabadê de 2 jin û 2 zilamên YRKê can dane. Di nav artêşa Îranê de jî kuştî û birîndar hene. Rêxistin ragihandiye ku dê bersiva Îranê bide.
Li aliyê dinê ji artêşa Îrane beşa Baregeha Hamza ragihandiye ku di navbera bajarê Mahabad û Pîranşehir de, di çiya de, ji hêzên Rojhilat 4 kes hatine kuştin. Baregeha Hamza ragihandiye ku her 4 senazeyên YRKê di destê wan de ne.
Baregeha Hamza ku operasyonên di navbera bajarên Ormiye û Sinê de koordîne dike, ragihandiye ku dê operasyonên li herêmê dewam bikin û dê bersiva her cûre tevgerên leşkerî bidin.