TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl û Lubnanê îdiayên li ser vekişîna leşkeran ne rastin

Admin H
Nivîskar
📅 25 hezîran 2026 14:14

PeyamaKurd -  Daxuyaniyên ku ji Washingtonê tên, berpirsên paybilind ên Îsraîl û Lubnanê îdiayên ku dibêjin Îsraîl ji herêmên başûrê Lubnanê vekişiyaye ne rast in .

Aloziya dîplomatîk dema ku berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku nexwest navê wî were aşkere kirin ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî, dest pê kir.

Berpirsê Amerîkî îdia kiribû ku Îsraîlê ji bo niyetpakiyê pêngaveke berçav avêtiye û ji hinek herêmên "herêma tampon" a li başûrê Lubnanê vekişiyaye. Berpirsê Amerîkî her wiha bang li Artêşa Lubnanê kiribû ku bikeve dewreyê û çek ile binesaziya komên çekdar li herêmê paqij bike daku koçber bikaribin vegerin malên xwe.

Lê belê, ev daxuyaniya Koşka Spî ji aliyê her du aliyên ve hat redkirin:

Berpirsekî paybilind ê wezareta parastinê ya Îsraîlê diyar kir ku polîtîkaya Tel Avîvê zelal e û artêş bi ti awayî ji herêma tampon a li başûrê Lubnanê venakişe.

Berpirsekî serbazî yê paybilind ê Lubnanê jî da zanîn ku pêşhatên herî dawî yên li ser erdê nîşan didin ku li wir "tiştekî berevajî vekişînê" rû dide. Serbazê Lubnanî aşkere kir ku hêzên Îsraîlê êrişî her kesê ku nêzî herêma tampon dibe dikin, ku di nav wan de yekîneyên artêşa fermî ya Lubnanê bixwe jî hene.

Parve bike: